Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, duh ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dabûn, serlêdana malbatan dîsan hate redkirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdan dîsan hate redkirin.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana malbatan jî hate redkirin.