Bi hatina demsala zivistanê re li bakurê Kurdistanê dema mehsereyan dest pê kir. Li gelek herêman welatiyan dest bi çêkirina bastêq, dims û beniyan kir. Lê ji ber operasyonên leşkerî, qedexekirina herêman û SÎHA’yan, gelê Bakur di nava tirs û xofê de ye. Li gundê Eskar ê Pasûr a Amedê jî welatî ji ber SÎHA’yan bi fikar in
Polîtîkaya şer a hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd û derveyî welat dimeşîne, di her alî de bandorekê neyînî li ser gel dike. Bi taybet jî li bakurê Kurdistanê rewşa awarte her ku diçe kûrtir dibe û qadên jiyanî yên gel lê tên tengkirin. Hêzên artêşa tirk bi hincetên operasyonan bi mehan jîngehên bakurê Kurdistanê qedexe dikin û nahêlin ku tu kes bikeve wan herêman. Ev yek jî bandorekê neyînî li ser jiyana gel dike.
Yek ji herêmên ku rastî vê polîtîkayê tê jî Amed e. Li gundên Amedê dema mehseran dest pê kir. Tiriyê tê berhevkirin pê bastêq, dims û benî tên çêkirin. Xwediyên rezan dibêjin ku berhema îsal ne li gorî dilê wan e. Ji ber barana îsal ku destpêka meha îlonê bariya, piraniya gûşiyên tiriyan şewitîn. Gundiyan destnîşan kir ku di sê salên dawî de bereketa rezan kêm bûye. Gundiyan diyar kir ku sedama vê jî bombebaran e ku nemaze ji 2015’an ve bi awayekî zêde tê kirin.
Pêvajoya çêkirina bastêq
Li gundê Eskar ê navçeya Pasûr a Amedê şêniyan ji bo çêkirina bastêq, dims û beniyan zend û bend badan. Piştî tirî tê şûştin, wan dixin telîsan û piştî tê esirandin, şîreya wê diherike hewdikê esarê. Ew şîreya ku dixin sîtilan tê kelandin. Hewdela ku çêdibe ji bo bastêqê li ser baniyan li ser potikan tê rijandin. Hewdel du sê rojan li ser banî li ber tavê tê sekinandin û paşê ji bo ew potik ji bastêqê bê jêkirin, potik tê şilkirin û jin herkê bi seriyekî potik digirin û dikişînin. Piştî vê bastêq çend rojên din jî li ber tavê tê hiştin û paşê tê qatkirin.
24 saetan SÎHA difirin
Lê belê di dema mehseran de barê giran ê jina ye. Bi piranî jin tirî berhev dikin, dikişînin û diesirînin û dikin bastêq. Lê belê li gundên bi qerac, ji ber ku hema bêje rojê 24 saetan Amûrên Hewayî yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) û Amûrên Hewayê yên Bêmirov (ÎHA) digerin gundî bi rihetî nikarin karê xwe bikin.