Eniya Demokrasiya Gel li ser gotinên balyozê Tirk ê Iraqê got; “Kerkûk bajarek Kurdistanê ye. pêkhateyên cûda têde dijîn. Ti peywendiyek bi Tirkiyê re nîne. Dewleta Tirk dixwaze jiyana hevpar a pêkhateyên cûda yên Kerkûkê tine bike.”
Eniya Demokrasiya Gel li ser gotinên balyozê Tirk ê li Iraqê ku gotibû, ‘Kerkûk bajarê bav û kalên me ye’ daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Eniya Demokrasiya Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Kerkûk bajarek Kurdistanê ye, pêkhateyên cûda têde dijîn, ti peywendiyek bi Tirkiye û dewleta Tirk re nîne.
Di berdewama daxuyaniya Eniya Demokrasiya Gel de wiha jî hate gotin; “Di çarçoveya avakirina dewleta Iraqê de, bê daxwaza Kurdan Kurdistan di navbera Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de kirine çar parçe. Başûrê Kurdistanê bi Kerkûkê ve girêdayî Iraqê hatine kirin.
Ji ber hebûna pêkhateyên Tirkmen li Kerkûkê dewleta Tirk dixwaze jiyana hevpar a netewe û pêkhateyên cûda yên Kerkûkê û ewlehiya Iraqê xerab bike. Tirkiye welatek cîrane. Hemû destwerdanên wê dagirkerîne. Pêwîste rêzê li yasaya cîranên xwe bigire.”
Eniya Demokrasiya Gel gotinên balyozê Tirk şermezar kirin û wiha domand; “Hêvî dikin Tirkiye serweriya yasaya hikûmeta Iraqê binpê neke. Pirsgirêkên hundirîn ên xwe bi gelê Kurd û pêkhateyên navxweyî re çareser bike. Destewerdana Iraq û Kerkûkê neke. Ji ber Kerkûk bajarek Kurdistanî ye. Bi pêkhateyên xwe yên cûda re azade li ser şêwazê jiyana xwe biryar bide.
Daxwaz ji parlamento, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin bi erka xwe ya li hemberî serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê rabin. Destûr nedin dewleta Tirk ewlehiya giştî têk bide û pêkhateyên cûda ji bo xizmeta xwe bi kar bîne.
Ji pêkhateyên Kerkûkê jî daxwaz dikin û bi taybetî Tirkmenan ku nebine siyaseta qirêj a dewleta Tirk. Pêwîste bi sîstema xwerêveberî pirsgirêk bên çareserkirin. Destê derve bê qutkirin û aştiya civakî bê parastin.”
Hêjay gotinê ye ku di 21’ê Tebaxê roja yekem a Cejna Qurbanê balyozê Tirk Fatîh Yeldiz ê li Iraqê çû Kerkûkê û wir got; “Kerkûk bajarê bav û kalên me ye’. Ev daxuyanî rastî nerazîna gelek alî û kesan hat.