Hefteya Wêjeyê ya ku Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hotêla Êndîwar a bajarê Dêrikê li dar xistiye didome.

Di roja sêyemîn a Hefteya Wêjeyê de Wêjeya Zarokan bi rêya semînerekê bi navê “Wêjeya Zarokan: têgih, destpêk, taybetmendî û navberokên wê” hat nîqaşkirin. Semîner ji aliyê nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Menhel Xelef ve hat dayîn.

Xelef behsa girîngiya mijarê û girtina encaman kir û destnîşan kir ku pêwîst e nivîskar, malbat, civak û saziyên rewşenbîrî yên fermî bi hev re alîkar bin, ji ber ku ev mijar roleke sereke di avakirina kesayeta saxlem a zarokan de dilîze.

Her wiha, Xelef bal kişand ser qonaxên dîrokê yên pêşketina Wêjeya Zarokan li cem gelan û got: “Yekemîn berhemên wêjeyî yên vê cûreyê berî bi sedan sal li cem gelê Hindistan hebû, piştre pirtûka ‘Kilîle Wedumne’ bû. Piştre wêje bi awayekî taybet û li gorî têgiha li Ewropayê pêş ket. Gelê Kurd jî di vê wêjeyê de xwedî dîrok e wek ferhenga ‘Nûbihara Zarokan’ a Ehmedê Xanê.”

Di dawiyê de helbestên şoreşgerî bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Sibe bi sernavê ˊWêjeya Zarokan Astengî û Zehmetîˊ panelek tê dayîn û çîrok tên xwendin.