Projeya ‘Rojên Şanoyê’ ku TEV-ÇAND, Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şilêr bi hev re û par dabûne dest pêkirin, dewam dike.
Di karên salekê de, komên muzîkê, komn şanoyê, komên govendê, komên filman û hwd. hatine avakirin.
Hate diyar kirin ku her komeke ji zarokan 15 kes in.
Komên zarokan jî, li bajarên Rimêlan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriye û li Kampa Newrozê gelek çalakî kirin.
Li Kantonên Şehba, Efrîn, Rimêlan û Dêrikê, komên şanoyê, lîstikên mîna Pîre Rovê, Şêr û Mişk, Çûk û Pore, Mişk û Pisîk lîstin.
Li Minbicê jî festîvala zarokan hate pêkanîn û komên muzîkê, komên govendê, û komên şanoyê hunerê xwe pêşkêş kirin.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle jî, perweredeya zarokan dewam dike.
Mamosteyên ku perwerde didine zarokan jî, Şivan Cizîrê, Şevzan Mehmûd û Ekîn Ronî diyar kirin ku ew, di her dewreyê de, 50 zarokên di navbera 9 û 12 salî de perewerde dikin.