Welatiyên navçeya Derbendîxanê nerazîbûnên xwe li dijî bê helwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî anîn ziman. Welatiyan gotin ku li dijî van desthilatdaran tenê berxwedana gel dikare raweste. Welatiyan diyar kir ku divê gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê raweste.


Nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike. Welatiyên navçeya Derbendîxanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê têkildarî mijarê axivîn û daxwaza têkoşîna li dijî dagirkeriyê ji gelê Başûr kirin. 

Welatiyê bi navê Mihemed Mehmûd got: “Ji ber nakokî û pirsgirêkên di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, bandora dewleta dagirker a Tirkan zêde dibe. Ji bo wê nikarin rê li pêşiya dagirkeriyê bigirin û van leşkeran ji axa xwe derbixin. Gelek cara ev partiyên desthilatdar ku xwedî hêzin ji ber berjewendiyên xwe yê li gel Tirkiye bêdengî dihilbijêrin. Her car ji bo berjewendiyên xwe gel dikin qûrbanî.”

Karmendê navçeya Derbendîxanê Rêber Mihemed jî axivî û got: “Dewleta Tirk bi avakirina navend û baragehên leşkerî dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Derxistina van hêzan jî ne karekî hêsaniye. Di be ku hêzên Kurd nekarin wan derbixin. Lê divê hêzên Kurdan ji bo xak û nîştimana xwe, xwedî helwest bin û nerazîbûnên xwe diyar bikin.”

Rêber Mihemed diyar kir ku ji ber çi rê liber dagirkeriyê nayê girtin û wiha axivî: “Li gorî yasaya hikûmeta Herêma Kurdistanê  ya li gel Bexdayê çêkirîn, dikarin bi rêya parlamantoya Bexdayê doysayekê li ser derxistina artêşa Tirk ya ser xaka Iraqê amade bikin. Ji ber ku rejîma Basê ya wê demê bi dewleta Tirk re lihevkirîbû ku artêşa Tirk dikare bê dinava xaka Iraqê de.”

Li ser heman mijarê  xwendevanê bi navê Cotyar Reşîd  diyar kir ku ti rolê partiyan nîne, gelê Kurd dikare bi hêza xwe li dijî artêşa Tirk raweste û got: “Pêwîste gel erkê xwe yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi têkoşînê pêkbîne. Divê gel zextan li partî û hikûmetê bikin ji bo ku hêzên dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê bên derxistin.”