Xizmên girtiyan: Fikarên me yên hebûna mirovahiyê hene!

Xizmên girtiyan: Fikarên me yên hebûna mirovahiyê hene!

Polîtîkayên qirker û îmhayê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd di gelek waran de dewam dike. Yek ji van qadan jî girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Polîtîkayên girtîgehê yên dewleta Tirk a bi dehê salan e yên li ser Kurdan tên kirin êdî ketiye rewşekî pir xedar ku ne li gorî ti sazûmaniyên netewî û navneteweyî yên cîhanê ne. Girtiyên siyasî tên sirgûnkirina bajarên ku bi sedan kêlometre ji malbatên wan dûr.

Malbatan anî ziman ku ji ber zarokên wan tên sirgûnkirin ew ji mafê her hefte yê serdanê bê par dimînin. Malbatên ku her mehê carekê diçin serdana vekirî, êdî nikarin biçin, herî kêm dikarin salê 3 caran biçin serdanan. Malbatên ku diçin serdana zarokên xwe di dema serdanê de rastî astengiyan tên û heqaret û nêzîkatiyên xirab li ser tên kirin. Malbatên girtiyên zorî û astengiyên di dema serdanê de dikişînin ji ANF’ê re vegotin.

NÊZÎKATIYÊN XIRAB LI DIJÎ WAN TÊN KIRIN

Ji xizmên girtiyan Tahsîn Ektî, 25 sal in serdana girtîgehên cuda cuda yên li Tirkiye û Kurdistanê kiriye. Ektî yên di nava van 25 salan de rastî zorî û zehetiyan hatî vegot û wiha pêde çû: “Di her serdanên ku em dikin de welatiyên herêmî jî nêzîkatiyên xirab li me dikin. Nimûne dema di serdaneke ya girtîgeha Bandirmanê de dema ku melayê mizgeftekê zanî ku me Kurd in deriyê mizgeftê li me girt. Li Tirkiyeyê ji melayê mizgeftekê bigire heta mirovekî asayî, leşker û gardiyanan Tirkên li Tirkiyeyê nêzîkatiyên xirab li dijî Kurdan dikin û ev yek hê jî didome.

PÊKANÎNÊN KÊFÎ

Ektî bibîr xist dema diçin serdanê bi rojan dimînin di rê de û got: “Dema diçî serdanê parçeyek kaxez jî li gel te bê dîtin rê nayê dayîn ku serdanê bikî. Bi dehan carî tên lêgerînkirin. Heta dema carekê li Bûrsayê çûbûm hevdîtinê li vir daxwaz ji me hate kirin ku em xwe tazî bikin. Dema ku em li dijî vê derketin em hatin derxistin. Tu 500 km rê diçî li ser peyvekê mafê te yê hevdîtinê tê astengkirin.”

HEVDÎTINÊN BI ZOR Û ZEHMET ÊN GIRTÎGEHAN

Yek ji malbatên girtiyên din Şehîrban Ûyanik jî nerazîbûn nîşanî sepandinên ku rûmeta mirovan dişkîne da û wiha got: “Her cara em diçin hevdîtinan bi lêgerînan re derbas dibin. Ev jî êdî dibe zoriyeke din. Hem em ji bo hevdîtinê direng dikevin û hem jî pêkanînên ku rûmeta mirov dişkîne pêk tên. Ji derveyî tiştekî ku zarokên me hez lê hebe ma em ê bikarin çi bibin. Dema ku yek gotinê me ên li dijî van kiriyarên der mirovî bê kirin, di kêliyê de qedexeya hevdîtinê ya bi mehan tê kirin. Vê nêzîkatiyê bi zarokên me jî dike. dibêjin; ‘Ji ber nêzîkatiyên malbatên we mafê we yê telefonê û hevdîtinê hatiye qedexekirin.’Li ser rêya hevdîtin û dema hevdîtina girtîgehan çi zorî û zehmetiyên bê hişê we em dikişînin.”

Ûyanik bibîr xist ku li ser vê xakê li hemberî zilam tê kirin tiştek nayê kirin û wiha pêde çû: “Ev tenê fêrî zilm, heqaret û şidetê bûne. Car malbat dibêjin filan gardiyan baş nêzîkî me bûne, em vê bawer nakin. Eger nêzîkatiyeke baş kiribe jî, em dibêjin bi teqez Kurd e. Ji ber ku yên bi wijdan û bi mirovî nêzîk dibin em dibêjin Kurd in. Li girtîgehan ji biçûkxistinê bigire heta heqaretan li dijî me tê kirin. Her ku diçe ev welat ber bi xirabûnê ve diçe.”

NÊZÎKATIYÊN RÛMETÊ DIŞKÎNIN

Ji xizmên girtiyan Şafî Hayme jî deh sal in li ser rêya girtîgehan e. Hayme anî ziman ku ji bo hevdîtinê pêk bîne du roj û şevan li ser rê ye û got: “Bi salan e em diçin girtîgehan. Ev rêwîtî ji bo hesrata zorkên xwe dikin. Dema em diçin girtîgehan fikarên ku gelo mirovahî heye an ne bi mirovan re çêdibe.

SÎNORDARKIRINA MAFÊ TELEFONAN

Hayme anî ziman ku li girtîgaha Bolûyê mafê telefonê yê kurê wî û hevalên wî ev saleke ku li gorî hiqûqê hatiye erêkirin lê rê nayê dayîn ku bê bikaraîn û got: “Tenê dikarin her du heftan vî mafî bikar bînin. Tenê dikarin bêjin hûn çawan in, başin telefon tê girtin. Ev salak e hevdîtina me ya bi rêya telefonê bi vî rengî ye. Ji ber nebûna derfetan her 5-6 mehan carekê me dikarin biçin hevdîtinan.”

Hayme yê destnîşan kir ku kurê wî yê din jî sirgûnî Bandirmayê hatiye kirin û wiha got: “Dema hevdîtina yekem a Bandirmayê sepandina ku pantolonên xwe bînin xwe ku rûmeta mirovan bişkînin li me kirin. Me ev yek red kir. Lê ji bo malbat zarokên xwe bibînin gelek caran neçar dimînin, neçarî pêkanîna van kiryaran tên kirin. Em vê baş dizanin ku dema pirsgirêkek bi mere pêk hat tola vê ji zarokên me digirin.”

NAVNÎŞANÊN ME

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ