YJA Starê Newroz pîroz kir û diyar kir, “Serhildana ji bo rûmeta mirovahiyê bi PKK’ê re bêhtir bû xwedî wate. Bi giyanê Newrozê em dawî li faşîzmê tînin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir.

‘WATEYA SERHILDANÊ BI PKK’Ê MEZIN BÛ’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em şehîdên têkoşîn û berxwedanê yên ku roja yekîtî û berxwedanê ya gelan Newroz afirandin bi rêz û hurmet bi bîr tînin û Newrozê li Rêberê xwe, gelê xwe û gelan hemûyan ên li ser rêya jiyana azad in û di vê oxirê de têdikoşin, pîroz dikin.

Newroz roja jiyana nû ye, di her Newrozekê de mirov hîn bêhtir nêzî jiyana azad dibin, azadiyê gav bi gav hîs dikin. Newroza ku beriya bi hezaran salan bi serhildana rûmeta mirovahiyê derkerte holê, bi nirxên PKK’ê û şehîdên berxwedanê bêhtir watedar bû. Ji Kawayê Hesinkar heta niha efsaneya berxwedanê di çemê dîrokê de bênavber herikiye û hatiye vê serdemê. Ji ber ku li dijî sîstema ku mirovan ji mirovbûnê derdixîne, biryardariya di berxwedanê de qet bi dawî nebû. Jinan des ji baweriya xwe ya li jiyanê bernedan, gelan dîtin ku hêza yekîtiyê dikare çi biafirîne. Yên ku di rabirdûyê de jiyan, ev serdem afirandin û paşeroj emanetî me kirin. Em şopdarên wan in.

Têkoşîna PKK’ê ku çandeke berxwedanê ya bêdawî dewr girt, Kawayê Hemdem afirand. Mazlûman, Zekiyeyan, Ronahî û Bêrîvanan ji bo airandina azadiyê bedena xwe kirin agir. Ji bo mirovahî neyê jibîrkirin û hişê mirovahiyê neyê berevajîkirin têkoşiyan.

‘BERXWEDANA LI DIJÎ DEHAQÊN VÊ SERDEMÊ DEWAM DIKE’

Zîhniyeta serdestiya mêr ku îro xwe bi DAÎŞ’ê pênase dike ku dewama Dehaqên beriya bi hezaran saln e, weke maskeya dawî li pêşberî mirovahiyê ye. Çawa ku doh Dehaq bi êrişa dijî ciwanan êriş dibir ser rûmeta mirovahiyê, çawa ku li zindanên Amedê Dehaqên nû bi maskeya dewletê xwe vedişart û zilm û zext li mirovên azad dikirin, îro jî DAÎŞ bûye rûyê wan ê herî qirêj û bi rengekî hovane êrişî mirovahiyê, rûmetê û azadiyê dike.

Li hemberî vê yekê mirovan nîşan dan ku ew li ser rûmet û azadiya xwe bi israr in û têkoşîna xwe dewam kirin. Zarokên Kawayê azad îro li Rojava, li Bakurê Kurdistanê, li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê şer dikin û kevneşopiya berxwedanê didomînin. Berxwedan ne tenê bi vî rengî ye. Li çar parçeyên Kurdistanê êrişa li hemberî Kurdan hîn jî dewam dikin. Bi taybetî jinan dikin hedef ku sembola jiyana azad in û êrişên xwe yên bi her şêweyî destpêkê li dijî jinan dikin. Bêguman ev êriş bêbersiv namîne û bi têkoşîn û berxwedanê bersiv jê re tê dayin. Jinên Kurd li her qada têkoşînê xwe bi rêxistin dikin, li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Hêzên jinê yên ku bi pêşengiya YJA Starê xwe bi rêxistin dikin, bi parastina rewa û xweparastinê li dijî hemû êrişan disekinin. Ev rewş ji bo jinan û gelan xwedî wateyên girîng in.

‘EM DAWÎ LI FAŞÎZMÊ TÎNIN’

Li Rojava, Başûr û Şengalê li gorî kevneşopiya gelan a li çanda Newrozê tê gav hatin avêtin. Gel li dora heman armancê li hev kom bûn, li heman eniyê li dijî dijminê mirovahiyê şer kirin. Di vî şerî de ku gelê Kured pêşengî jê re kir, bi qasî ciwanên Kurd, ciwanên Tirk, Ereb, Suryan, Fars, Îngiliz, Hollandî, Awûstrayî yên enternasyonal şehîd bûn. Gelek mirovên bedew mîna Ada tevlî têkoşîna mafdar a Kurdan bû û bûn sembola yekîtiya gelan. Çawa ku doh Spartakus agir ji xwedayan dizî û pêşkêşî mirovahiyê kir, heman tiştî Aynûran kirin: Çawa ku doh Kawayan dawî li qralên xweda anîn, îro jî gelek leheng û berxwedêr dawî li faşîzmê tînin. Di şexsê jinê de serketina jiyana azad ragihandin.

Newroz ku di heman demê de cejneke jinê ye, êdî ji şoreşa jinê re jî şahidî kiriye. Di şexsê Ş Aynûr Ada, ÇÎçek Kûrtalan, Evîn Amed de bi pêşengiya jinê yekîtiya gelan afirî. Têkoşîna wan, têkoşîna afirandina civakeke exlaqî û polîtîk bû. Bi berxwedana wan re Newroza Kurdan, Newroza gelên Rojhilata Navîn gihîşt asta navneteweyî. Hîn bêhtir wate û nirxên xwe çêbûn. Ji ber vê yekê divê mirov Newrozê li gorî wateya wê pêşwazî bikin û pîroz bikin. Newroza îsal hem bersiva li komkujî, êrişan hemûyan e, hemî bersiva li înkarkeran e. Yên ku bi gotina ‘pirsgirêka Kurd nîne’ bersivê didin hewldaên bêhempa yên aştiyê yên Rêberê me, wê di vê Newrozê de bersiva xwe werbigirin. Desthilatdariyên ku Kurdan, jinan, gelan û mafan ji nedîtî ve tên neçar in têk biçin.

Bi navê Fermandariya Navendî ya YJA Starê em Newrozê li Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û Rojhilata Navîn pîroz dikin û bang li jin û ciwanan hemûyan dikin ku agirê  Newrozê gur bikin.”