Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî 25‘ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPJ‘ê bang li tevahî jinan dikin ku hemû rojan bikin roja 25’ê Mijdarê û roja têkoşîne û berxwedana bi rûmet.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wiha ye:

 “Em salvegera 58. ya roja 25 Mijdarê, di şexsê hersê xwişkên têkoşer de, tevahî jinên ku ji dîrokê heya roja îro ked, bedel û têkoşînê di oxira azadiya jinê de dane, navên xwe bi pênûsên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsîne, bi minetdarî têkoşînea wan silav dikin û soza şopandina nirxên ku wan afirandiye ji tevahî jinên cîhanê re nû dikin.

Di dîrokê de têkoşînea jinan tu caran nehatiye rawestandin. Li hemberî her cûre serdestî û pergala desthilatiyê jinan her tim serî rakiriye, bi şêwazên dewlemend civak li dora xwe kom kirine û li berxwe dane. Xwişkên Mirabel, di salên 1930’an de li hemberî pergala faşîzmê û dîktatoriya li ser welat û gelê wan tê meşandin, bi dawî bikin, têkoşîneeke dîrokî dimeşînin. Hersê xwûşk ji bo gelê xwe biparêzin û dawî li bê mafiyê bînin, biryara serî hildanê didin û têkoşînê li hemberî dîktatoriya hikûmeta heyî dimeşînin. Kîn û nefreta ku hêzên serdest li hemberî têkoşînea hersê xwişkan dijîn, dighe asteke wiha hovane ku dest dirêjî van hersê têkoşeran dikin û bi îşkenceyeke giran ve wan qetil dikin.

Lê ev têkoşîna hersê xwşikan hêrseke pir mezin di dilê gel û jinan de ava dike ku piştî demeke kin serîhildaneke mezin çêdibe û dîktatoriya heyî têk diçe. Ev têkoşînea giranbiha bi herikîna demê re dibe têkoşînea hemû jinên cîhanê û ev roj dibe roja cîhanî ya têkoşînea li dijî şideta li ser jinê.

Di roja îro de tevahî jinên cîhanê 25’ê Mijdarê weke roja xwe dibînin û li hemberî zilm û serdestiya mêr şerê azadiyê didin meşandin. Êdî ne tenê ev roj, her roj, her kêlî û li her qada jiyan lê heye, jinan veguherandiye têkoşîneê. Ji wê ye ku bi qasî têkoşîneê hêrsa pergala kapîtalîst a mêrê desthiladar jî dijwartir bûye. Bi qasî ku ev êrîş û şidet fîzîkî ne ewqas jî siyasî û polîtîk in. Her ku jin serî radike, zanebûna parastinê û fikrî bi dest dixe, şidet, tundî û êrîşa pergala desthiladar jî girantir dibe û di her qada jiyanê de jin dibe qurbanê her cûre feraset û hişmendiya serdestiyê. Lê mafê her jinê heye ku xwe li hemberî van êrîşan biparêze, xwe bi rêxistin bike, perwerde bike û xwe bighîne hêza parastina cewherî. Ji wê ye ku têkoşînea îro jinên Kurd û hemû jinên cîhanê dimeşînin têkoşîneeke dîrokî ye û pir watedare. Têkoşîneeke ku dixwaze di pêşengiya jinê de civakeke exlaqî û polîtîk, civakeke azad û bi aram diyarî netewa xwe û hemî mirovahiyê bike.

Vaye îro li ser xaka welatê me jî, li ser Rojava û Bakûrê Sûrî êrîşên pir kirêt tên kirin. Ev êrîş herî zêde jî jinê dixin navenda hedefên xwe. Çeteyên DAİŞ û dagirkeriya Tirk bi van kiryarên xwe yên hovane ve dijminahiya herî mezin dikin. Lê wekî ku di tevahiya dîrokê de jî xuya dike, jinê ti carî serî ji êrîşan re netewandiye û berxwedaneke bê hempa raberkirine. Ev têkoşînbi yekîtiya ruhî û bi hişmendiya bilind kirina parastina cewherî ve dikare werê mayînde kirin. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşînê dimeşînin û ev ji bo me erkeke dîrokî ye.

Em weke Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi vê wateya giranbiha ve xwedî li vê rojê derdikevin. Erk û berpirsyariya dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna hersê xwşikên Mîrabel û ya hemû jinên şoreşger bi şer, jiyan û têkoşîna xwe ve bilintir bikin. Em bi van nirxên ku jinê avakirine bi serbilindî û biryardariyeke mezin ve xwe li têkoşîn û berxwedanê dipêçin da ku em bibin hêza parastina hemî jinan. Em careke din bang li tevahî jinan dikin ku hemû rojan bikin roja 25’ê Mijdarê, bikin roja têkoşîne û berxwedana bi rûmet.

Li ser vê bingehê em di şexsê hersê xwşikên Mîrabel de tevahî jinên tekoşer û berxwedêr bi bîrtînin û soza avakirina siberojeke azad didin hemû jinan.”