Bi boneya salvegera 4’mîn a şehadeta Arîn Mîrkan, şervanên YPJ û YPG`ê merasîmeke leşkerî li bajarokê Şedadê yê girêdayî kantona Hesekê li dar xist.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJ û YPG’ê Leyla Waşûkanî, Rûken Efrîn, Delîl Çirav û Tolhildan amade bûn. Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî di merasîmê de xitabî şervanan kir û di serî de di kesayeta Arîn Mîrkan de tevahî şehîdên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi bîr anîn.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi desteka gelek hêzan, êrîşî bajarê Kobanê kir. Li hemberî vê êrîşa hovane gelê Kurd û jinên Kurd sekneke fedayî nîşan da. Arîn Mîrkan yek ji wan kesayetan bû ku heya kêliya dawîn şer kir û li ber xwe da. Arîn Mîrkan, li ser girê Miştenûrê bi berxwedana xwe ya lehengî û bi ruhê xwe yê fedayî navê xwe li tevahî cîhanê belav kir û di 5’ê Cotmeha 2014’an de di ecama çalakiya fedayî de şehîd bû.

Leyla, li ser girîngiya berxwedana Kobanê û kesayeta Arîn Mîrkan ev tişt got: “Em di serî de di şexsê heval Arîn de şehîdên Kobanê û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bejna xwe ditewînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Şehîdên me pêşengên me ne. Şoreşa me bi şehîdan hate avakirin û xaka me bi xwîna şehîdan hate avdan. Şehîdên me yekitiya ruh û fikrî ji bo me ava kir. Berxwedana Kobanê, ruhê neteweyî di nava Kurdan de xurt kir û deriyê pêşxistina şoreşa Rojava vekir. Ev derî bi ked û berxwedana şehîdan hate vekirin. Hevrê Arîn, bi sekna xwe ya dilpak û bi girêdana doza gelê xwe ve li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da. Heval Arîn, bi berxwedana xwe ya dîrokî hişt tevayî jinên cîhanê berê xwe bidin şoreşa Rojava. Bi şehadeta hevrê Arîn re, bi hezaran keç beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Îro li ser rêya heval Arîn bi hezaran jin, li ber xwe didin û xwe di aliyê parastina cewherî de perwerde dikin. Bi ruhê Arînan, îro jinên Rojhilata Navîn û tevayî jinên cîhanê li hemberî zilaman li ber xwe didin. Em jî wek şopdarên xeta Arînan, bi çeka xwe şerê parastina hebûna xwe dikin û bi têkoşînê xwe mezin dikin, perwerde dikin û li hemberî êrîşan li ber xwe didin.”

Leyla di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev meşa ber bi azadiyê bi Arînan û bi sedan şehîdên me dest pê kir û wek berdewama vê xelekê heval Sozdar, Rêvana, Barîn, Amargî, Avesta û bi hezaran şopdaran, bê rawestan didome. Em dibêjin rêya ku wan hilbijartiye, em ê wê rêyê heta serkeftinê bişopînin û biparêzin. Çawa wan bi sekna xwe, bi berxwedana xwe hemû planên dijmin pûç kirin, dijmin poşman kirin, em ê jî di serî de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên ku dixwazin xaka me dagir bikin, êrîşî destkeftiyên şoreşa Bakurê Sûriyê bikin, em ê bi ruhê Arînan li hember bisekinin.”

Leyla di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em careke din dibêjin di rojeke wekî îro de soza xwe nû dikin û em ê di sala 5’emîn a şehadeta heval Arîn de têkoşîna azadiyê bilind bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê xwe amade bikin û wek YPJ hêza xwe di xeta Arînan de mezin bikin. Li ser vî esasî em careke din dibêjin şehîd namirin û heta ku em hebin em ê li ser rêya wan bin em ê heviyên wan bi serkrftinê tacîdar bikin û dibêjim şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin.”

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.