Hêvidar Xalid/HAWARNEWS

Ji gundê xwe yê biçûk Silindir ê bajarê Amûdê dest bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî kir û li 4 parçeyên Kurdistanê geriya. Dema jê hat xwestin têkoşînê li derveyî welat bike, gavên wê yên yekemîn li Ermenistanê bûn, ji wir berê xwe da bajarê Minbicê yê Sûriyeyê, dûre herêma Dêrazorê û piştre bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê. Kerkûk jî cihê wê yê dawî bû, ji ber ku li wir bi destê îstîxbarata dewleta Tirk û tevkarên wê di êrişeke terorîst a hovane re derbas bû.

Ew Firyal Silêman Xalid bi nasnav Zelal Zagros e. Ji biçûkaniya xwe ve wateya kedê nas kir.

Zelal zû dest bi lêgerîna rastiyê kir. Li çiyayan tevî gerîlayên ku îro li dijî tevahî siyaset û îdeolojiyên hêzên global disekinin sekinî.

Fikrên Rêber Apo hembêz kirin, bi felsefeya wî ya jiyana azad û îdeolojiya kûr a di oxira rizgarkirina mirovan de bi taybet der barê jinê de bawer kir.

Têkoşera afirîner Zelal Zagros, bihost bi bihost li çiyayên Kurdistanê geriya, bi gavên biisrar ber bi armanca xwe ya rastiyê ve çû.

Ew navê 31 sal deryaya têkoşîn û israrê sbû. Şervan û gerîlaya kêliyên çarenûsê bû. Ji bo ku xizmetî gelê xwe bike, li dijî siyaseta pergala kapîtalîst gelê xwe biparêze, berê xwe da Ermenistanê.

Di nava gelên Kurd û Ereb ên li herêmên ji DAIŞˊê hatine rizgarkirin de bêyî dudilî û bi berdewam xebitî.

Îro, piştî rêya jina Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê gihaşt qonaxeke girîng a têkoşînê û gelek destkeftiyên rasteqîn bi dest xistin, êdî li ser dijminê mirovahiyê serokê rejîma Tirkiyeyê bûye kabûsek.

Ji lew re em dibînin îro li dijî têkoşîna jina Kurd a bi serkêşiya tevgerên jina Kurdistanî li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê êriş û terora xwe zêde dike.

Bi hemû rê û rêbazên hovane û rêbazên terorîst jinan û destkeftiyên wan hedef digire, sûcên şer û sûcên li dijî jinan, bi taybet jinên siyasetmedar, têkoşer û çalakvan komkujiyan pêk tîne. Zelal Zagros jî yek ji wan şoreşgerên ku hatin hedefgirtin e.

Li Kerkûka Başûrê Kurdistanê di êrişeke terorî ya ji hêla îstîxbarata dewleta Tirk û tevkarên wê ve şehîd bû. Ew nîşaneya hilweşîna rêxistina faşîst a nijadperest e.

Êrişa terorî ya li dijî fermandar Zelal, di nava jinan de hêrsek mezin çêkir û hişt tevahî jin asta têkoşîna xwe bilintir bikin û bi îradeyeke mezintir li hember siyasetên qirkirinê û şerê taybet ên Erdogan li ber xwe bidin.

Belê Zelal ji nav me çû lê ew di hiş û bîra me de zindî ye, di ruhê têkoşînê de zindî ye.

Zelala hêja, Zelala delal û gula malê, soza me ji bo te ew e ku em rêya te bişopînin. Zelala rû li ken, sekna bêhempa û dilê fireh, vane jinên ji deştên Ermenistanê, li ber keviyên Firatê li Minbic û Dêrazorê, li taxên Şamê yên kevn û nû, li bajarê mozaîka gelan li Tirbespiyê soz didin ku li ser şop û fikrên te ji wan re bi têkoşîn û keda xwe nexşe kiriye, wê bimeşin û serkeftinê pêk bînin û tola te hilînin.