Endamê Însiyatîfa Piştevaniya Zindaniyên li Herêma Marmarayê Bîlal Basûtçû diyar kir, dewlet ji bo çalakger dest ji greva birçîbûnê berdin bi rêya malbatan zextê li wan dike.

Li herêma Marmarayê, dewleta Tirk a ku hewl dide bi binpêkirina mafên mirovan berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne têk bibe, niha jî heman zextê li malbatên wan dike.

Endamê Însiyatîfa Piştevaniya Zindaniyên li Herêma Marmarayê Bîlal Basûtçû, ku bi malbatên girtiyan re timî di nava têkiliyê de ye, ji ANF’ê re axivî.

Basûtçû da xuyakirin ku malbat ji wan kesên xwe weke polîsan didin naskirin û wan timî aciz dikin, bêzar in.

Basûtçû diyar kir, ew şexsên ‘polîs’ li pêşiya girtîgehê li benda malbatan dimînin an jî bi rêya telefonê li wan digerin.

Basûtçû got, “Malbatan gotin, kesên ku xwe weke polîs didin naskirin, timî li wan digerin an jî li pêşiya girtîgehê derdikevin pêşiya wan û zextê li wan dikin ku zarokên xwe ji greva birçîbûnê derxînin. Malbatan ragihandin ku wan kesan şantaj li wan kirine û ji wan re gotine, ‘Bikin ku zarokên we dest ji greva birçîbûnê berdin, bêjin ku rêxistinê ew bi zorê xistine nava çalakiyê, em ê jî wan berdin’.”

Basûtçû da xuyakirin, herî dawî 9’ê Nîsanê bavê girtiyekî yê li Girtîgeha Sîlîvriyê kurê xwe ziyaret kir bû hedefa heman zextê û anî ziman, bavê girtî ji wan kesan re gotiye, “Li şûna ku hûn zarokên me ji greva birçîbûnê vegerînin, sedema ku rê li ber greva birçîbûnê vekiriye ji holê rakin.”

Basûtçû destnîşan kir, şantaj û zextên bi vî rengî rê li ber zêdebûna nerazîbûnan vedike û got, ne malbat, ne jî girtiyên siyasî wê serî li ber van zordariyan netewînin.

Di dawiya axaftina xwe de Basûtçû diyar kir, eger dengê girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de neyê bihîstin wê bêhiqûqî li her devera welêt belav bibe û got, kesên ji xwe re dibêjin; demokrat e, pêşverû ye, mûxalîfet e divê bibin dengê vê berxwedanê.