Hişyar Ozsoy ê HDP’î bal kişand ser nîqaşên pêkanînan ên li DYE û Yekîtiya Ewropayê û destnîşan kir ku zexta li ser Tirkiyeyê wê giran bibe.

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy têkildarî bandora serketina Bîden a li Tirkiyeyê û bangên Parlamenta Ewropayê yên ji bo pêkanînên li ser Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.

‘DIBE KU PÊKANÎN BÊ FERZKIRIN’

Ozsoy got, “Joe Bîden gelek caran anî ziman ku berevajî Trûmp wê hem bi saziyên li welatê xwe hem jî bi yên li qada navneteweyî re bixebite. Dema bê, têkiliyên navbera Emerîka û NATO’yê wê xurt bibin. Yek ji tiştên ku Bîden bike, xurtkirina têkiliyên bi NATO’yê re ye. Ji bo vê jî wê têkiliyeke xurt bi lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) re deyne. Recep Tayyîp Erdogan di dema Trûmp de hewl dida nakokiyên navbera Trûmp û Ewropayê bi kar bîne û bi vî rengî bimeşe. Bîden wê van nakokiyan bigire û ev jî wê were wateya giranbûna zextên li ser Tirkiyeyê. Du sal in li Emerîkayê nîqaşên li ser pêkanînên li ser Tirkiyeyê hene. Li Ewropayê jî pêkanîn tê nîqaşkirin. Eger ev hemû nîqaş bi hev re bê nirxandin û cîhana rojava weke blokekê tevbigere, dibe ku gelek pêkanîn bikevin rojevê ku Erdogan biêşînin.”

‘ALOZIYA S-400’Î’

Ozsoy destnîşan kir ku rojeva herî girîng a navbera Tirkiye û Emerîkayê meseleya S-400’î ye û wiha dewam kir: “Meseleya Halk Bankê ji bo wan meseleyeke biçûk e, vê tenê bi kar tînin. Her wiha polîtîkaya Emerîkayê ya li ser Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê meseleyeke girîng e. Mijara S-400 jî ji bo Emerîkayê girîng e. Emerîka ambargoyê datîne ser welatên ku malzemeyên leşkerî ji Rûsyayê dikirin. Trûmp ev jî bloke kiribû. Bi hatina Bîden re ev pêkanîn yekser nakevin meriyetê, wê çend mehan demê bidin Tirkiyeyê. Lê belê meseleya S-400 meseleke welê ye ku di têkiliyên Tirkiye-Emerîkayê de dikare bibe bingehek ji rageşî û pêkanînên girîng.”

‘DYE WÊ LI SIYASETA XWE YA SAZIYAN VEGERE’

Ozsoy diyar kir ku divê raya giştî ya Kurd nekeve nava bendewariyan û ragihand ku Bîden wê tiştên gelekî mezin neke. Ozsoy got, “Bîden ne baş e, lê Trûmp gelekî nebaş bû. Ji ber kiryarên neyînî yên Trûmp, hewl tê dayin ku Bîden mezin bê nîşandan. Bêguman li gel vê yekê Bîden wê bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Rojava re têkiliyeke hîn sempatîk deyne. Bîden ji sala 1973’an ve senatorî kiriye, lewma bi saziyên Emerîkayê hemûyan re gelekî xebitî ye. Di polîtîkaya derve ya Emerîkayê de em ê Bîden weke faktorekî nebînin, lê belê em ê bibînin ku Emerîka li siyaseta xwe ya saziyan vedigere. Mînak; di meseleya Kurd a li Tirkiyeyê de dibe ku piştgiriya Emerîkayê ya ji bo polîtîkaya ewlekarîparêz a klasîk neguhere. Em; HDP li her platformê vê dibêjin; kî dikare alîkariyê bide çareseriya demokratîk a meseleya Kurd a li Tirkiyeyê divê vê yekê bike.”

‘EGER ERDOGAN PAŞVE GAVÊ NEAVÊJE…’

Ozsoy bal kişand ser civîna Konseya Yekîtiya Ewropayê ya 10-11’ê Kanûnê ku tê de wê nîqaş li ser pêkanînên li ser Tirkiyeyê bê kirin ev nirxandin kir:

“Tê gotin ku gelek alternatîf li ser maseyê ne. Erdogan ji bo pêşî li van pêkanînan bigire got ‘Em ê paşeroja xwe bi Ewropayê re ava bikin’. Ev zimanekî gelekî hîlebaz û tengaviya siyasetê ye. Ji be rku Erdogan xwe ji nîqaşên pêkanînan ên li Yekîtiya Ewropayê vedigire. Danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê re ji xwe rawestiyan e. Meseleya serbestiya vîzeyê ji xwe hatiye rawestandin. Nîqaş li ser wê yekê hebû ku yekîtiya gumrukê nûjen bikin, ew jî bi şertê demokrasî û mafên mirovan ê Yekîtiya Ewropayê ve hate girêdan. Hatin wê nuqteyê ku eger di mijarên demokrasî, hiqûq û mafên mirovan de gav neyê avêtin, ji aliyê bazirganiyê ve wê yekîtiya gumrukê nû nekin. Li gorî agahiyên gihîştine me, nîqaş li ser wê tê kirin ku yekîtiya gumrukê bi temamî rawestînin. Nîqaşkirina mijareke bi vî rengî jî sînorê toleransê yê Yekîtiya Ewropayê nîşan dide. Eger hikumeta Erdogan bi paş ve gavê neavêje, dema wê hem bi Ewropayê hem jî bi Emerîkayê re wê bikeve nava pêvajoyên cidî û rageşiyê.”