Têkoşer û berxwedêra jina Kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Reşdî, bi riya Tora Mefên Mirovan a Kurdisatanê, ji bo hilbijartinên Îranê peyamek belav kir.

Zeyneb Celaliyan di peyama xwe de dibêje, ez ê ji bo we li pişt dîwaran de bim. Ev ji bo min tenê rojek e. Divê hûn jî li malên xwe bimînin û beşdarî hilbijartinên Îranê nebin.

Ez Zeyneb im! Bi zelalî dibêjim, ev 16 sal û 4 roj in ku li nav 4 dîwaran de me. Ez ji bo azadî û mafên gelên li welatê xwe, 16 sal in di zîndanê de me. Ez ji we mirovên welatên min, piştî 16 salan daxwaza azadiyê dikim. Wek salên borî, ez daxwaz dikim ku hûn neçin ser sindoqan.

Gelên Rêzdar ên Îranê, parçeyek biçûk a ji nav we, ev 44 sal in ku difikirin ku bi dengdayîna ji bo vê desthilatdariyê, rewşa welat baştir bibe. Lê mixabin, mercên jiyanê her roja diçe, girantir û xerabtir dibe. Hûn hemû ji vê rewşa xirab a welatî berpirsiyar in. Hûn berpirsiyar in, ji ber ku hûn deng didin vê desthilatdariyê û temenê wî jî dirêj dikin.