Ji fermandarên NPG’ê Zozan Çewlîk, balê dikişîne ser şerê Gerillayên Azadyê û dibêje, Şerê me yê Gerilla gelekî pêşket. Gerilla ji pratîkên salên berê ders girtin û mohra xwe li serketina sala 2023an xist.

Artêşa Tirk, li pêşberî hêzên Gerîla xitimî, ji bo ku dikariba xwe ji xitimandinê rizgar bike, Wezîrê Şer yê dewşirme Hakan Fîdan kete nava tevgerê û çû Baxdat û Hewlêrê. Piştî hevdîtinan, PDK’ê polîtîkaya xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk re kire pratîkê.

Dewleta Tirk, malbata Barzanî û PDK’ê kire cerdevan, xwest bi hevkariya bi PDKê re, hem artêşa xwe ya xitimî rizgar bike, hem jî herêma Başûr bike bin kontrola xwe û hemû destketiyên gelê Kurd tune bike.

PDK’ê jî, li gorî berjewendiyên xwe yên qirêj, Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Komara Tirkiyê kir. Di meha Îlonê de, PDK, li xeta Dêrelokê çeteyên Zêrevanî û Roj bi cih kirin û bi leşkerên Tirk re, xetên Girê Hakkarî, Çarçel û Girê Amediyê girtin.

Ev tifaqa qirêj û paşverû di meha Cotmehê de derbasî qonaxeke nû bû. Çiyayê Barzan ku ji bo Barzaniyan xwedî wateyeke pîroz e û paşnavê xwe jê girtine û tên naskirin, ji dagirkeriya dijmin re vekirin. Niha li herêma Barzan, hêzên artêşa Tirk li 6 cihan bi cih bûye û êrîşên xwe yên dagirkeriyê berfireh dikin. PDK’ê jî pîroziyên xwe yên li xaka Barzanê ku leşkerên Tirk bi çîzmeyên xwe pêlê kir, pîroziyên xwe binpê kirin û xera kirin.

Zozan Çewlîk got; Gerîla piştî ku li Mexmûrê li dijî bela serê mirovahiyê DAÎŞ’ê şer kir û li vir peywira xwe bi dawî kir, weke hêza xweparastinê ewlehiya wargehê ji gel re hişt. Piştî ku pêvajoya vekişînê bi serketî bi dawî bû, PDK’ê ev yek weke firsed dîtt û xwest li wê herêmê cih bigire û bi hêzên Îraqî re şer kir.

Li ser xeta Bradostê jî, ji ber karakterê xwe yê pragmatîst hewl da bi hêzên Iraqî re xeta Xakurkê û Qendîlê bigire. Yê ku hemû deverên Başûr bi taybetî Hewlêr ji MÎT’ê re vekir dîse PDK’ê ye. Sûcdarên şehadeta hevrê Denîz Bûlbûn û kujerên şehîdên welatparêzn yên li heêrmê teva diyar in. Teva ji aliyê PDKê ve têne parastin.

Divê were zanîn ku sala 2023-2024’an wê bi şerekî pir dijwar û berfireh derbas bibe û gelê me, derdorên sosyalîst yên demokratîk, hêzên li dijî sîstemê, tevgerên azadiya jinê li gorî vê yekê divê torên xwe yên xweparastinê xurt bikin û navendên xwe yên berxwedanê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin.

Sedsala yekemîn a Komara Tirkiyeê bi înkar û qirkirina Kurdan hat avakirin û pêşxistin. Di sedsala duyemîn de dibe ku destpêka serdemeke nû di warê derbaskirina siyaseta înkar û îmhayê û çareserkirina pirsgirêka Kurd de be. Eger em têkoşînê mezin bikin, em dikarin siyaseta înkar û îmhayê bişikînin.