Parlamenterê DEM Parti Zulkuf Ûçar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bi temamî bi armanc û helwesteke siyasî tê meşandin.

Uçar got; Dewlet ji bo nehêle Abdullah Ocalan bigihêje civakê û bandora wî ya li ser civakê bişikîne nêzîk dibe. Tecrîda li Îmraliyê israra dewletê ya di şerê qirêj û bêhiquqiyê de ye. Dewlet êdî nikare behsa hiquqê bike. Sîtema Îmraliyê tunekirina hiquqê ye.

Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa -DMME, asta berdana bi merc ya Rêber Abdullah Ocalan divê 25 salan derbas neke. Lê dewlet siyaseta tecrîdê weke manewrayekê didomîne.

Ti behaneya hiqûqî ya ‘cezayên dîsîplînê’ jî nîne ku li ser Abdullah Ocalan tê nîşandan. Eger cezayekî dîsîplînê bête dayin, neçar in ku derfetê îtirazê û derfetê sûdwergirtina ji parêzeran re jî bê dayin. Lê nadin û mafê îtirazê ji holê rakirine. Ev manewrayeke siyasî ye û têkiliya xwe bi hiqûq re nîne.

Girtî, ji 4ê Nîsanê û vir ve daxwaza bicihanîna hiqûqê dikin. Malbatên girtiyên siyasî jî piştgiriyê didin çalakiyê. Lê dewlet ji berdêla pêkanîna hiquq, ceza li ser ceza dide girtiyan. Êdî bar dikevê ser milê civakê, divê civak piştgiriyê bide dayikan.

Ûçar herî dawî diyar kir ku, sîstema tecrîda li Îmraliyê, li ser tevahiya girtîgehan, li ser civakê û li ser dadgeriyê heye. Dewletê hiquqekî keyfî serdest kiriye. Astengkirina berdana girtiyên nexweş, bi behaneyên arzan û pûç astengkirina girtiyên ku 30 sal in di girtîgehan de hatine girtin, sistemek zordarî hatiye avakirin. Armanc ew e ku di şexsê girtiyên siyasî de daxwaza azadî û wekheviyê ji rojeva civakê bê xistin. Ev jî ne pêkan e.