Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16’ê Çile 2020, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Hêzên Gerîlla, li Heftanînê li dijî leşkerên Artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xist û di encamê de 5 leşkerên dagirker hatin kuştin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li herêma Mava ya Batmanê û li bejahiya navçeya Betlîs Tatwanê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

&- Walîtiya Tirk a dagirker a li Sêrtê û li Şirnexê gelek herêmên bejahî weke herêmên leşkerî ragihand û li van herêman ketin û derketina welatiyan qedexe kir.

&- Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, 15ê Çileyê ango doh, gundê Dîgûrê yê girêdayî Sinûnê yê Şingalê bomberdiman kir.
Di encama bomberdimanê de 4 şervanên YBŞê şehîd bûn.

&- Desthilatdariya AKP û MHPê, li dijî nerazîbûnên li ser windakirina xwendekara Zanîngehê Gûlîstan Dokû û bûyerên destavêtinê, bi qedexeyan bersiv da.