Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê çalakiya fedaî ya li Enqerê daxuyanî da.

PKK’ê têkoşerên fedaî Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku 1’ê Cotmehê çalakiya fedaî li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirk pêk anîn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û vê nirxandinê kir.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê zilm, teror û zilma faşîst-qirker derketiye asta herî jor. Ji girtîgehên ku îşkenceyên giran lê tê kirin li pey hev cenaze derdikevin. 31 meh in ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayê wergirtin. Li Zapê bi çekên nukleerî û kîmyewî êrişî gerîlayan dikin. Her cure zext û komkujî hatin plankirin û birêvebirin.

PKK’ê bibîrxist ku têkildarî çalakiyê agahî û belgeyên pêwîst hemû ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ve bi awayekî têrker û di dema xwe de ji raya giştî re hatin eşkerekirin û wiha domand.

Çalakî, bi awayekî zelal nîşan da, ku wê tu sûcên li hemberî gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê bê ceza nemîne. Çalakiya serketî, tirs xist dilê hemû sûcdaran û lerizand, moral û cesaretek mezin da hêzên azadî û demokrasiyê. Ji bo têkoşîna mezin a di sala 26’an de li dijî komploya navneteweyî û pergala Îmraliyê ya îşkence, tecrîd û qirkirinê tê meşandin, pîvanên cesaret û fedakariyê destnîşan kirin. Em hêvî dikin ku her kes vê peyamê rast bigire û tiştê ku hewce dike bike.

PKK’ê diyar kir ku mîlîtanên Tabûra Nemiran çalakiyeke serkeftî lidar xistine û xwest ku ev çalakî rast were fêmkirin û ev bang kir;

Em bang li hemû gel û dostên xwe yên welatparêz, serî de jin û ciwanan dikin ku bi awayekî rast û bi xurtî xwedî li fedayiyên me yên nemir derkevin.