Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 4ê Hezîranê 2021 ÎN
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

&- Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Amedê di civîna gel de axivî û got: Dem dema şikandina tecrîdê ye.

&- Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Fransa Marsilya, bi pêşengiya Meclîsa Jinan ya Arîn Mîrkan, ji bo azadiya Rêber Ocalan kon vedan.

&- Di şerê li bejahiya Betlîsê de herî kêm 2 cerdewan hatin kuştin, 7 leşker birîndar bûn, li herêmê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

&- Devleta Tirk ya dagirker vê carî jî daristanên navçeya Amed Pîranê dan ber agir.

&- Gelê Ranyayê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan û di meşê de bang li partiyên siyasî yên Kurd hat kirin ku li dijî dagirkeriyê helwestek cidî nîşandin.