Daxuyaniya navenda ragihandina HPG’ê wiha ye.

Hevrê Sara Tolhildan Goyî an go Dilara Urper û Rûken Zelal bi navê yên din Feremez Hisên şeva 26’ê Îlona 2022’an li Mersînê bi çalakiya fedaî dijmin hejand û tirseke mezin xist nava dilê wan.

Em hevrê Sara û Ruken di salvegera çalakiya wan a bi heybet de, bi hurmet, hezkirin, minet û dilsoziyê bi bîr tînin. Herdu jinên Kurd ên azad ruhê fedaî yê Apoyî yê li nava gerîla gihand metropolan û di asta herî bilind de temsîl kirin, weke Zîlanên Hemdem ên pêşengî ji têkoşîna me û gelê me re kir, navê xwe li dîrokê nivîsandin.

HPG’ê da zanîn ji bo xwe bigihînin sekna mezin, ruhê fedaî, rêbaza lêdanê, aqlê taktîkî, çalakiya bi heybet, huner û hevrêtiya heqîqî ya hevrêyên xwe Sara û Rûkenan ewê têkoşînê hê mezin bikin.

HPG’ê derbarê çalakiyên ku gerîlayan ji bo bîranîna Şehîd Sara û Ruken de li darxistine van agahiyan da.

Li herêma Zapê;

23’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro gerîlayan çalakiya sabotajê li darxistin, dagirkerek cezakirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

24 û 25’ê Îlonê gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

25’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî gerîlayan 2 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

24’ê Îlonê tîmên bi tevger ên gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran dan, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn.

25’ê Îlonê jî gerîlayan li heman qadê dema dagirker ketin nava liv û tevgerê, bi sekvaniyê çalakiya kirin, dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê û li heman qadê gerîlayan 2 caran bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

26’ê Îlonê gerîlayan li qada berxwedanê ya girê Amediyê dema dijmin di tevgerê de bû, bi şêwazê sekvaniyê çalakî kirin dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Metînayê;

24’ê Îlonê gerîlayan li qada berxwedanê ya girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

25’ê Îlonê jî li heman qadê gerîlayan bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dijî dagirkerên ku bombe li tunelên şer dibarandin çalakî kirin.

Derbarê êrişên dijmin de jî HPG’ê got:

24, 25 û 26’ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metîna bi helîkopterên êrîşê, Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê jî bi topan hatin bombekirin.”