Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23ê NÎSANê 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imraliyê ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin.

&- Gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê çalakî lidar xistin, di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

&- Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir ji ber alîkariya têkoşîna li dijî vîrusa Corona spasîya PKK’ê kir.

&- Parlementera HDPê Tûlay Hatimogllari bang li CPTyê kir ku ji bo rewşa Rêber APO peywira xwe bi cîh bînin.

&-Li nêzî navçeya Narîn a Parêzgeha Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirin û 5 leşkerên artêşa Iraqî birîndar kirin.