Bi guhertina qanûnî re pêşî li berdana girtiyên siyasî hate berdan. Li girtîgehên Mûş, Bedlîs û Qersê rewş qet neguheriye.

Kapasîteya Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê 430 kes e, lê belê bi girtinên dema dawî re hejmara girtiyan gihîştiye hezar kesî. Zêdeyî nîvê mehkûman girtiyên siyasî ne. Li koxûşên ji bo 6 kesî 18 kes, li koxûşên ji bo 12 kesî jî 20 kes tên hiştin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê jî beriya niha di çapemeniyê de eşkere bûbû ku derman nayê dayin.

Rewşa li Girtîgeha Tîpa T a Qersê jî cihê fikaran e.

BEDLÎS ÎHD: JI BER REWŞA LI GIRTÎGEHAN EM BI FIKAR IN

Serokê Şaxê Bedlîsê yê ÎHD’ê parêzer Cengîz Akdemîr li ser rewşa li girtîgehên Mûş û Bedlîsê agahî da û diyar kir, ku nahêlin girtiyên siyasî bi malbatên xwe û bi wan re hevdîtinê bikin, lewma bi zehmetî agahiyan ji girtîgehan werdigirin.

Akdemîr got, “Mafê jiyanê pîroz e. Girtîgeh ji xwe qadên bi rîsk in. Parêzer nikarin biçin girtîgehên Mûş û Bedlîsê. Agahiyeke zelal nîne. Ji ber ku hevdîtin tên astengkirin em nikarin agahiyan werbigirin. Her wiha ji ber ku malbat nikarin biçin hevdîtinê bikin haya me ji rewşê baş nîne. Şert û mercên tenduristiyê yên li girtîgehan ji xwe nebaş in. Eger tevdîrên pêwîst neyên girtin wê encamên neyînî rû bidin ku em ji vê bi fikar in.”

QERS ÎHD: DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN

Nûnera ÎHD’ê ya Qersê parêzer Guldane Kiliç jî diyar kir ku ew nîqaşê li ser tevdîran nakin, ew dibêjin, girtiyên siyasî divê bêşert bên berdan.

Kiliç ragihand ku ji bilî derneketina derve ya gardiyanan û qedexeya hevdîtinan li Erzîrom û Qersê ti tevdîr nehatine girtin û got, “Dezenfekten û kolonya nadin girtiyan… Tevdîreke ekstra nîne. Du meh in malzemeyên paqijiyê nadin wan. Di rewşeke wiha de şertê ‘mesafeya civakî’ ya xwevegirtina ji hev pêk nayê. Em dubare dikin; divê bên berdan.”