Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30 NÎSANê 2020 PENCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja em ê niha bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di serî de çend sernêçeyên me.
&- Rêber Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi riya telefonê de qala geşedanên li Başûr kir û got: Dixwazin Kurdan bera hev bidin. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye.
&-Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku hêzên Gerilla yên HPG û YJA Starê li Gabarê li dijî trimbêla zirxî ya Kobra çalakî kirin. Tirimbêl tune bû, 5 leşkerên dagirker jî hatin kuştin.
&- Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, piştî 13 salan, ji girtîgeha bajarê Xoyê, pêr sibehî ji aliyê hêzên çekdar rejîma Îranê ve veguhastin cihekî nediyar.
&- Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, ragihand ku ti pêwendiya wan bi teqîna li Efrînê re nine.
&- Doh Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî helwesta PDKê, ber bi Zînê Wertê ve dest bi meşê kirin, lê ketina Geliyê Wertê hatin astengkirin.
&- Daxwaza hevdîtînê ya ku parlementerên HDPê xwestin derbarê girtîgeha Rihayê de bi Rêveberiya girtîgehê re pêk bînin hate redkirin.