&- 15 welatan û 2 parzemînan destek da kampanyaya, ”Ji bo ku dîktator were darizandin 100 sedem’, ku TJK-E dane destpêkirin.

Desteka navnetewî ya ji bo kampanyaya, ”Ji bo dîktator were darizandin 100 sedem” ku ji aliyê meclîsên TJK-E’yê ve Bûroya Aştiyê ya Cenî ya Jinên Kurd ve tê rêveberin her ku diçe zêdetir dibe.

Women Defend Rojava û komîteyên Jineolojiyê jî destekê didin kampyayê û îmzeyan didin hev.

Her wiha Rete Jin, Azadî Jin û platromên weke Gemeinsamkampfen jî xebata kolektîf dikin.

Ji parzemînên cihê tevgerên jinan, tevgerên dijî pergalê, sazî û dezgehên mafê mirovan û civaka sivîl, parlamenter, akademisyen, nivîskar û femînîst destek didin kampanya yê.

Heta niha bi asta saziyan 39 û şexsî 17 kes eşkere kirin ku ew destekê didin metna bangê ya Komîteya Kampanyayê.

Di nav wan kesan de ku îmzeya xwe danîne ji Arjantînê dayikên Plaze Del Mayo, tevgera Nî Una Dî Menos, ji Emerîkaya Latîn rêxistina sîwanê ya femînîst Abya Yala heye.

Ji encûmenên Şaredariya Parîsê heta bi Nî Una Dî Menos ku platforma navnetewî ya dijî tundiya li ser jinê ye, rêxistina heq û hiqûqê ya jinan a ku li Elmanyayê ya herî mezin e, Terrede Femme, Serokê berê yê Destûra Bingehîn ê Ekvadorê Dr Jorge Alonso Sanchez, her wiha femînîsta navdaw Meredîtt Tax, Rîta Segoto, Adrîan Guzman destek didin kampanyayê. Konfederasyona sendîkaya ên Spanya û Ingilîz jî aşkere kirin ku destekê didin kampanyayê. Parlamenterên Urguay û Şîlîyê jî desteka xwe aşkere kirin.

Bi giştî sazî û dezgehên ku destek dane kampanyayê û metna bangê ya Komîteyê îmze kirine wiha ne: