Gelek qadên dîrokî, xwezayî û sît a çandî hene, ku ji aliyê Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve weke cihên parastî hatine ragihandin. Di çarçoveya Peymana li ser Parastina Mîrateya Çandî û Xwezayî ya Cîhanê de ku sala 1975’an hate mohrkirin, heta niha 1.121 bîdarî, cihên xwezayî li nava ‘Mîrateya cîhanê’ hatine bicihkirin. Di nava van de 870 ji wan qadên çandî, zêdeyî 210 ji wan qadên xwezayî mîna çiya, daristan, gol an jî girav hene, nêzî 40 jî qadên tevlîhev e.

Li gel mîrateya çandî û xwezayî, her wiha gelek mîrateyên vegotinê, ziman, huner, kevneşopî, rîtûel, festîval, tecrûbeyên têkildarî xwezayê hene. Herî dawî xwarina Kûskûs li nava vê yekê hate bicihkirin ku li wlatên Maxrîbê tê çêkirin.

EWROPA, EMERÎKA Û ÇÎN LI RÊZÊN PÊŞ IN

Bi saya cihgirtina li lîsteya Mîrateya Cîhanê, qadên çandî û xwezayî her wiha tên parastin. Lê belê ji aliyê cografîk ve cihdana li van qadên mîrateya çandî û xwezayî gelekî cuda ye.

Parzemînên Ewropa û Emerîka para ji sedî 48’an werdigirin û bi vî rengî di rêza destpêkê de ne. Herêma Asya-Pasîfîk bi para ji sedî 24’an di rêza duyemîn de ye. Îtalya bi 55 berhemên ku piraniya wan ji dema Roma mane û Komara Gel a Çînê jî bi berhemên xwe yên bi heman rengî di rêzên destpêkê de ne. Piştî wan jî Spanya, Elmanya û Fransa bi dorê bi 48, 46 û 45 berheman an jî qadên xwezayî di rêzên destpêkê de ne.

Li Efrîkayê jî herêmên ku gihîştine vê statuyê gelekî kêm in. Li Efrîkaya Sehra tenê 96 berhem li lîsteya UNESCO’yê hatine bicihkirin ku ev yek jî tê wateya para ji sedî 9’î. Li welatên Rûanda, Sîerra Leone û Bûrûndiyê, ti berhem an jî qadê xwezayî li nava vê lîsteyê nehatine bicihkirin.

PIRANIYA WAN LI BER TUNEBÛNÊ NE

Hem ji ber kêmasiya aborî hem jî ji ber şer an jî xisara ji ber mirovahiyê, gelek qadên çandî û xwezayî yıên li Efrîkayê nikarin tevlî lîsteya UNESCO’yê bibin. Li gel vê yekê hinek ji qadên ku beriya niha li lîsteya UNESCO de bûn ji lîsteyê hatin derxistin. Di nava van de parkên xwezayî yên neteweyî yên li Senegal, Etiyopya û Peravên Diranên Fîlan jî hene.

Gelek qad hene ku hîn di lîsteya UNESCO de ne lê belê ji ber xerabûnê ne. Li Komara Kongo ya Demokratîk û şerê navxweyî û şerê bi çeteyan re dewam dike, parkên Garamba, Vîrûnga, Salonga û Kahûzî-Bîega tenê çend ji van qadan e. Ev jî li gel şerê navxweyî ji ber nêçirvaniya qedexe û rêveberiya nebaş li ber tunebûnê ne.