Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22ê GULANÊ 2020 În
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê nûçeyên dawî pêşkêş bikin.

&- Hêzên gerîlla li Erzîncanê çalakiyeke sabotajê lidar xistin, di encamê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn.

&-YPS’ê bi daxuyaniyekî ragihad ku wan li Şirnex, Riha û Aydinê çalakî pêk anîne

&- Rejîma faşîst a AKP û MHPê, li dijî Tevgera Jina Azad dest bi operasyona qirkirina siyasî kir, bi dehan jin hatin binçavkirin. Operasyona qirkirinê berdewam dike.

&- Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Qasim Engîn diyar kir ku hêzên PDKê, ne tenê li Zînî Wertê, li gelek qadên Gerîlla, weke Çoman, Sîdekan, Hacî Ûmran û Şîrvanê jî hêzên xwe bi cîh kirine.

&- Nûnnerên KCD, HDP û DBP û saziyan ku xwestin piştî qedexeya li Sûrê lêkolîn û çavdêriyan bikin, ji aliyê polîsên rejîma faşîst ve hatin astengkirin.