“Sosyolojiya Azadiyê” cilda sêyemîn a “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê weşanxaneya Editions du Croquant ve bi zimanê Fransî derket.

Berê du cildên ewil ên rêzenivîsa “Manîfestoya Civaka Demokratîk” bi navê “Serdema Xwedayên Bi maske û Qralên Bi Perde” û “Serdema Xwedayên Bê maske û Qralên Tazî” bi zimanê Fransî hatibûn çapkirin.

Nûnerê komîteya wergerê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku wan bi serbilindî berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine Fransî.

Nûner diyar kir ku 2 cildên mayî yên rêzenivîsa “Manîfestoya Civaka Demokratîk” di demeke nêz de wê bi zimanê Fransî bên çapkirin.

Berhema ku niha tenê li ser malperên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û weşanxaneya ‘Editions du Croquant’ tê firotin, wê ji 9’ê Cotmehê pê ve li platformên navneteweyî yên wekî Amazon, FNAC, Gibert û pirtûkfiroşên Fransî jî bên firotin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza avaker û hilweşandinê ya aqil, têkiliya di navbera aqil û ehlaq, aqil û bawerî, ehlaq û dînamîkên civaka exlaqî de radixe ber çavan.

Di pirtûkê de li aliyekî di warê dîrokî û civakî de destkeftî û şikestinên hêzên dij-sîstemê dinirxîne û li aliyê din pirsgirêkên bingehîn ên sedsala 21’ê jî bi arasteyên fikrî, exlaqî, siyasî û têkoşînê hilgirtine dest.