Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 6’ê HEZÎRANÊ 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 15:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Îmraliyê, doh çûne Îmralî, hevdîtina bi xizmên xwe re kirin û vegeriyan.

&- Komîsyona Girtîgehan ya ÎHDa Edenê binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên Herêma Çûkûrova ji raya giştî re eşkere kir.

&- Li Parlamentoya Brîtanya, doh, panela bi navê ‘Li Tirkiyê Têkoşîna Kurdan ya Demokrasî’ hate pêkanîn.

&- Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf, diyar kir ku aloziya li Kerkûkê û operasyona Artêşa Tirk ya li Xakurkê ji hev ne cûda ne.

&- Baroya Rihayê derbarê êşkenceya li Xelfetyê de, raporeke berfireh amade kir. Di raporê de diyar dibe ku li Riha û navçeyên wê ji sala 2015’an ve, êşkenceya sîstematîk heye.