Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê TEMMUZÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hêzên Gerîla li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî kirin, herî kêm 2 dagirker hatin kuştin.
&- Ji rayedarên berê yê Pentagonê û lêkolîner Dr. Maykel Rûbîn, diyar kir ku gotina terorê herî zêde li Tirkiyê tê.
&- Ji fermandarên HPG’ê Ferman Botan, diyar kir ku, Gerîla bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî radibe.
&- Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî got, me di hevdîtina bi fermanderê hêzên Rûs re, binpêkirinên dewleta Tirk û komkujiya Helîncê axivîn.