HPG’ê destnîşan kir ku hevrêyên wan Dilgeş, Berxwedan û Mervan, wek nûnerê îradebûna Apoyî ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzan heta Amedê heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin.

Navenda Ragihandina HPG’ê jî têkildarî 3 Gerîlayên li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek da û got;

26’ê Tebaxa 2023’an li navçeya Amed Farqînê di êrîşa dijmin de ji milîtanên pêşeng ên partiya me hevriyên Dilgeş, Berxwedan û Mervan şehîd bûn.

Nûnerê îradebûna Apoyî hevrê Dilgeş, Berxwedan û Mervan, li dijî êrîşa dijmin bi fedaî şer kirin û mohra xwe li dîroka paşerojên azad yên Kurdistanê dan.

HPGe, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir.

Ferhad Akdenîz, bi nasnav Dilgeş Zîlan Gûzeêeş, li Colemêrgû ji dayik bûye, Dayik-Bav: Meryem-Omer, di 26’ê Tebaxa 2023an de li Amedê şehîd bû.

Hanîfî Saygi, bi nasnav Berxwedan Farqîn, Amedê ji dyaik bû, Dayik-Bav: Fatma-Cemîl, di 26’ê Tebaxa 2023an de li Amedê şehîd bû.

Muhterek Koç, bi nasnav, Mervan Wan, li Wan ji dyaik bûye Dayik-Bav: Siyanal-Ahmet, di 26’ê Tebaxa 2023an de li Amedê şehîd bû.