Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9ê TEMMUZÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Li Îngilîstanê Sendîkayên ku kampanya “azadiya Rêber Apo” dimeşînin, xwe ji mîtîngeke sîber re amade dikin.

&- Hêzên Gerîlla li Heftanînê gelek çalakî kirin, di encama çalakiyan de 14 leşker hatin kuştin

&- Hêzên Gerîlla li navçeya Amed Lîcê helîkoptereke artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê.

&- Li navçeya Sarkaya Adapazari teqîneke dijwar çêbû, di encamê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 3 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne.

&- Li bajarê Şino 3 û li Kirmaşanê jî kesek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

&- Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mike Pompeo diyar kir ku ew, ji bo aramiya rojhilatê Derya Spî wê leşkerên Qibrisê perwerde bike.