9’ê Çileya 2013’an, li paytexta Fransa Parîsê, 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin qetilkirin.

Di salvegera 11’an a vê komkujiyê de wê li Parîsê meşeke mezin bê lidarxistin.

Wê gelê kurd û dostên xwe bibêjin “Parîs di Tarîtiyê de ye, Edalet li Ku ye”.

Ji bo beşdariya meşê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

Di ser komkujiyê re, 11 sal derbas bûn lê hîna jî sira dewletê li ser dosyayê heye.

Ji ber wê komkujiya 2. ya 23’yê Kanûna 2022’yan pêk hat.

Ev dewama berjewendî û polîtîkayên qirêj ên hikumeta Fransayê û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ye.

Komkujiyên 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatin kirin.

Bi temamî li dijî Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd hate birêxistinkirin.

Yên kujer û yên ku fermana komkujiyê dan zelal e, lê tevî wê jî edaleta dewleta Fransayê ne zelal e.

Dîsa em dibêjin, eger Frasnsa dixwaze xwe ji vê şîrîkatiya komkujiyê xilas bike, lazim e biryara veşartî li ser dozê rabe û komkujiya 2. weke komkujiyeke siyasî bê dîtin.

TJK-Fransa bang li herkesî kir ku 6″ê Çile seat 10’an li Parîsê li Gare du Nordê hesabên her du komkujiyan bipirsin.