Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 31ê TÎRMEHÊ 2020 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo Fermana 74an ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şingalê kirin, daxuyanî da û di kesayeta Mam Zekî Şingalî, Bêrîvan Şingalî û Zerdeşt Şingalî de, hemû şehîdên Şingalê û şehîdên azadiyê bibîranîn
&- Înîsiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya çalakiyên meha Tîrmehê ya li dijî mêtinger û êrîşkariya Tirk eşkere kir û got, 108 cih hatine şewitandin.
&- Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan ji bang li ciwanan kir, li dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk li her derê bi înîsiyatîfa xwe rabin.
&- Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan ya PKKê bi daxuyaniyekê cejna Qurbanê pîroz kir
&- Derketê holê ku Dewleta Elmanya ‘serikê harpê’ firotine hevpara Tirk Roketsanê ku ji bo artêşa Tirk roket û moşekan çêdike.