Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28 TEBEXê 2020 ÎN,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê diyar kir ew ê, ji serekcerdevanên ku guh nedana hişyariyan û pêşengiya êrîşên hêzên dewleta dagirker dikin wê hesab were pirsin.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla di çarçoveya Hamleya Şoreşger ya Şehit Bager û Şehit Ronya de, darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan.

&- Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk, dazanîn ku, Paradîgmaya ‘ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê’ ya Rêber Ocalan bingeha çareseriya pirsgirêkan e.

&- Çavdêrê siyasî Osman Gulpî piştgirî da peyama KCK’ê û got; Eger dagirkeriya dewleta Tirk dewam bike, Kurd wê vegerin destpêkê.

&- Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê -KODAR’ê Gulan Fehîm, behsa kongreya 3emîn a KODARê kir û got, di Kongreyê, de biryarên giring hatin girtin.