Di rûniştinên 78’an ên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Serokê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Paulo Pinheiro axivî û anî ziman ku şerê li Sûriyeyê gihîştiye asta herî nebaş a salên dawî, ji bo sivîlan encamên giran bi xwe re aniye.

Pinheiro got, “Li Sûriyeyê şerê herî giran ê çar salên dawî diqewime. Di bersivdayinan de careke din jiyana sivîlan tê qetilkirin.”

Paulo Pinheiro kuştina sivîlan a li akademiya leşkerî ya Hûmsê bi bîr xist ku 5’ê Cotmehê êrîş li ser hate kirin û diyar kir ku piştî van êrîşan dewleta Sûriyeyê bombardûman li Idlibê kir û bi sedan sivîl hatin kuştin.

Pinheiro anî ziman ku Tirkiye jî bombardûmaneke giran li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de kir û got,

“Di van êrîşan de stasyonên av û elektrîkê hatin xerakirin. Vê yekê bandor li sed hezaran sivîlî kiriye.”

Pinheiro destnîşan kir ku ji bo dawî li şerê li Sûriyeyê bê anîn divê civaka navneteweyî bi rola xwe rabe.