Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 9 Nîsanê 2021, ÎN
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Dayikên girtiyan li ber Girtigeha Gebzeyê dest bi çalakiya nobatê kirin.
&- Li bajarên Bon û Krefeld ên Elmanyayê ji bo azadiya Rêber APO çalakî hatin lidar xistin.
&- Gerillayên azadiyê, vê carê jî, darbeyek giran û dijwar li Nîzamiya Qereqola Şemzînanê dan, 6 leşker hatin kuştin.
&- Artêşa Tirk a dagirker, doh li herêma Besta dest bi tevgereke leşkerî kir.
&- Parlamentera Parlamenta Iraqê Yûsra Recep serdana konê çalakiyê yê li Şengalê kir û got, li gorî qanûnên Iraqê mafê xelkê Şengalê ye ku bi rengekî xweser bijî û xwe biparêze.
&- Girtiyek Kurd Mîkayîl Muradî ku di girtîgehek rejîma Îranê ya li bajarê Bokanê de, 9 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye.