Li Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) pêvajoya serlêdana bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an didome.

Serlêdanên ji bo hevşaredariyê, endamtiya meclisa şaredariyê û endamtiya meclisa giştî yên bajar û navçeyan 10’ê kanûnê bi dawî bibin.

Hevserokê HEDEP’ê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku serlêdan bênavber didomin.

Şahîn diyar kir ku qeyûm “diziya îradeyê” ye û serlêdanên wan jî li dijî vê yekê ne û got:

“Em amadekariya hilbijartinên 31’ê Adarê dikin. Tevî gotina ’em ê qeyûm tayînî şaredariyan bikin’ jî gel eleqeyeke mezin nîşan dide û dibêje ‘Em ê vê carê jî hemû şaredariyên xwe bi dest bixin û bi gelê xwe re şaredariyên xwe biparêzin.'”

Şahîn da zanîn ku serlêdanên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 17 şaredariyên navçeyan, endamtiya meclisên şaredariyan û endamtiya meclisên giştî yên bajaran zêde ne û lewra hejmara komîsyonan zêde kirine.

Destnîşan kir ku wê dema serlêdanê di 10’ê Kanûnê de bi dawî bibe. Şahîn got, “Serlêdanên hemû hevalên me û serlêdanên hemû kesên li gor pîvanan ji bo me girîng in. Ev ne tenê serlêdanek e, di heman demê de bersivek e ji bo rejîma qeyûmtiyê. Emê şaredariyên gel car din bidin gel.”