Ji OHD’ê Parêzer Eda Onal ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine ji ber armanc û motîvasyona çalakiyê pir bi moral û kelecan in. Eda Onal ragihand ku daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê were rakirin.

Parêzer Eda Onal ku çû serdana girtîgehan, li ser peyamên girtiyan axivî û çavdêriyên xwe anîn ziman:

Eda Olan got:

“Bi çalakiya xwe dixwazin peyamê bidin gelê welatparêz, rêxistinên civakî yên sivîl û civaka demokratîk. Dibêjin li ser vê xakê tenê Abdullah Ocalan dikare pêşengiyê ji demokrasî û aştiyeke bi rûmet re bike.

Dibêjin ku berê ji bo vê yekê gelek hewldan hatine kirin û ew bi vê çalakiyê armanc dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û statuya ku gelê Kurd heq dike jê re bê dayîn.

Girtî destnîşan dikin ku divê li seranserê cîhanê çalakî zêde bibin, bi gelek çalakiyên mîna çalakiyên rûniştinê, mîtîng, meşan daxwazên wan ên rewa li hemû cîhanê bê bihîstin; Çawa ku li Efrîqayê xwedî li Mandela hate derketin, li seranserê cîhanê jî divê xwedî li Abdullah Ocalan û fikrên wî bê derketin, ji ber ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê hemûyê hêvî ye.”