Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23’ê Kanûnê 2019, DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&-Tecrîda li Imralîyê bi dijwarî dewam dike û tevahiya serlêdanên Parêzer û malbatan têne asteng kirin.
&- Li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên gerillayên HPG û YJA-Starê bê navber dewam dikin.
&-Koordînasyona KJK’ê, derbarê tecrîda li Imraliyê de daxuyaniyek da û got, tenduristî û ewlekariya Rêber APO, di rewşeke metirsîdar de ye.
&- Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di roja 74’an a berxwedana Rumetê de derbarê êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê de daxuyaniyek da.
&- Li bakûrê Kurdistan û bajarên Tirkiyê de qirkirina siyasi dewam dike.
&- Li Ewrupa, komkujiyên li Maraş, Roboskê û 19’ê Kanûnê bi çalakiyan hate protestokirin