Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sanayê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiva fuzeyên Îsraîlê dan û fuzeyek îmha kirin.

Saziyê ragihand ku êrişên Îsraîlê li dijî çeperên Sûriye û Îranê hatin kirin.

Di êrişê de roketek li qada navbera banliyoa Şamê Aqraba û taxa nêzî wê Seyyîda Zeyneb ket û di encamê de sê çekdarên ne Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan.

Saziyê diyar kir ku çekdarên mirin Îranî ne, lê belê ev agahî hîn ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehatiye piştrastkirin.

Îsraîlê jî hîn berpirsyariya êrişê bi rengekî fermî nedaye ser milê xwe. Ji sala 2011’an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê heta niha bi sedan carî êrişî hedefên Îranî û milîsên nêzî Îranê kir.

Di 20’ê Mijdarê de artêşa Îsraîlê ragihandibû ku li dijî hêzên El Qûdis ê Îranî û hêzên rejîma Sûriyeyê êrişeke berfireh pêk aniye û di encamê de li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan 26 şervan ku 16 ji wan biyanî bûn û du sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di meha Tîrmehê de li herêmên Dera û Kûneytrayê jî di êrişên hewayî de 9 çekdaran jiyana xwe ji dest dan ku 6 ji wan Îranî bûn.