Di çarçoveya kampanya îmzeyan a rewşenbîrên Ereb de, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, 1250 rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê îmze dan û ji bo azadiya Ocalan bang kirin.

Komîteya “Azadî ji Ocalan re” ku ji aliyê rewşenbîrên Ereb ve hate avakirin, di 29’ê Cotmeha 2020’î de dest bi kampanya îmzeyan kiribû.

Tê payin ku kampanya 15’ê Sibata 2021’ê bi dawî bibe. Armanca komîteyê ew e ku ji bo 8 hezar rojên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî ıye 8 hezar îmzeyan kom bike.

Zêdeyî 1250 rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê jî tevlî kampanyayê bûn.

Endamê komîteyê Şoreş Xidir ragihand ku îmzeyên rewşenbîran ji herêmên Şarezûr, Raperîn, Germiyan, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê hatine komkirin.

Xidir ragihand ji Duhok û Behdînanê jî bi rêya e-maîl’ê îmze hatine şandin û hejmara beşdaran hîn bi temamî zelal nebûye.

Xidir got, “Akademîsyen, rewşenbîr, mamoste, hunermend, siyasetmedar, parlamenter, aktîvîst û gelek rêzdarên Başûrî tevlî kampanyayê bûn.”

Îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de tên komkirin wê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Yekîtiya Ewropayê, Komîseriya Yekîtiya Efrîkayê û Sekreterê Giştî Yê Dewletên Ereb re bên şandin.

Ev kampanya bi giranî li welatên Ereb û Kurdistanê tê meşandin.

Kampanya îmzeyan li vê navnîşanê tê meşandin:https://cdn.iframe.ly/DZ3ReXv?v=1&app=1