Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de bersiv şerê İsrail-Hamasê nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku Tayyîp Erdogan kir ku Hamas êrîşî Îsraîlê bike û got: “Çawa ku 15’ê Îlona 2014’an berê DAÎŞ’ê dabû Kobanê, niha jî kir ku Hamas êrîşî Îsraîlê bike.”

Duran Kalkan bal kişand ku şerê hatî destpêkirin, bi plana rê ve girêdayî ye û hêzên hegemon ên navneteweyî jî ji bo bi serxistina planê, li firsendê digerin û wiha got:

“Eger bi ser bikeve, wê rê vebe û astengiyên li pêşiya wî dê paqij bibin. Eger plana rê bi têkoşînê neyê astengkirin, sabotekirin bi ser nekeve, wê demê plana rê dê bi ser bikeve.

Îsraîl, Lubnan, Sûriye û Iraq wê li gorî vê yekê werin dîzaynkirin. Wê ewlehiya rê pêk were. Di vê çarçoveyê de yan wê ji hev qut bibin, yan jî wê xizmetê ji vê riyê re bikin. Piştre wê dora Qibris û Tirkiyeyê jî were.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku şerê li Xezeyê, parçeyekî şerê cîhanê yê sêyemîn e ku zêdeyî 30 sal in li Rojhilata Navîn dewam dike û diyar kir ku projeya ku pirsgirêka Îsraîl-Fîlîtîn çareser bike, sîstema konfederalîzma demokratîk e.

Duran Kalkan wiha dom kir: :

Îro Xeza bûye gola xwînê. Gelê Fîlîstînê, Yahûdî di vî şerî de tên qetilkirin. Rêber Apo zihniyet, siyaset û projeya çareseriya vî şerî nîşan dide. Divê di fikrên Rêber Apo de li çareseriyê bigerin.

Çareseriya modernîteya demokratîk, Netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk vê yekê îfade dike. Lewma divê di nava vî şerî de jî hîn zêdetir xwedî lê derkevin.

Kalkan anî ziman ku Rêber Apo demek dirêj piştgirî daye gelê Fîlîstînê û di nava têkoşîna hevpar de bû û got:

Rêber Apo pir baş danî holê ku demokrasiya Yahûdî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn dikare rolek girîng bilîze. Rewşa trajîk a di dîrokê de bi serê civaka Yahûdî hatî, bi rengekî herî rast, piralî anî ziman û pênase kir.

Di parêznameyên wî de ev hene. Gelek rastî hatin ronîkirin. Yanî sosyalîst, demokrat û kedkarên Yahûdî û Îbranî teqez dikarin ji wan fikran sûd werbigrin. Yahûdî di asta fikrî de pêşketîne, lê Rêber Apo nirx da wan û ew gihandin sentezeke nû.