Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 15ê Hezîranê 2021 SÊŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- HPG’ê diyar kir ku li Avaşînê 5 dagirker hatine cezakirin û 3 jî birîndar bûne.

&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt û Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş ji ANFê re axivîn.

&- Endamên Heyeta Aştiyê yên ji Swêdê çûn Başûrê Kurdistanê, lê ji aliyê PDK’ê ve hatin vegerandin, bi daxuyaniyekê kiryarên PDK’ê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

&- Hevserokatiya KCDK-E, got; Bi biryara li Civîna Lîderên NATO’yê, rê li ber Erdogan hatiye vekirin ku komkujiyên nû bike.”