Di çarçoveya projeya ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan’ de, li Swisre, bajarê Lozanê projeya siyasî û hunerî dikin pratîkê.
Bi vê pengavê, wê bi tecrûbeyên dîrokî, nîqaş li ser cîhaneke nû bê kirin.
Ev projê, bi pêşengiya endama KNK’ê Nîlufer Koç û hunermend Jonas Staal ve hate destpêkirin û wê dinavbera 23 û 24ê Îlonê de, li Şanoya Vidy ya Lozanê pêkwerê.
Di projeyê de, karê atolye, fîlm, konser, panel werin pêkanîn.
Şanoya navdar ya Ewropa, “Şanoya Lozan Vidy” wê malovaniya projeyê bike û saziyên navneteweyî a “Weqfa Mondrîaan û Progressîve Înternatîonal” piştgiriyê didin projeyê.
Di çarçoveya projeyê de, paradîgmaya Rêber Apo û mijarên demokrasiya, çanda piştevaniyê, girîngiya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd û encama peymana Lozanê ya li Kurdistanê werin nîqaş kirin.
Siyasetmedar, hunermend û pisporên Kurdistanî û cîhanê tevlî nîqaş û nirxandinan bibin.