Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 19 Nîsanê 2021 DÛŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzer Ercan Kanar got, di vê demê gelek girîng e ku Kurd azadiya birêz Ocalan tim di rojevê de bigirin, êdî dema azadiya wî hatiye.

&- Artêşa Tirk a dagirker doh li herêma Geverê û bejahiya Çelê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

&- Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir got, sekna Rêber Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye

&- Ciwanên Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan

&- Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li pênc bajaran 2 depo û 3 wesayit şewitandine.

&-Li Êlihê di çarçoveya opersiyonê qirkirina siyasî de 5′ kes hatin binçavkirin