Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25ê Kanûnê 2020 ÎN
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li Şehba û Kobanê berxwedana zindanan ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirrin hate silav kirin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li qadên Besta, Herekol û Katoyê dest bi tevgereke leşkerî kir.

&- Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel- NPG, Bawer Dersim bang li PDK’ê kir ku “helwesteke rast” nîşan bide û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike.

&- Çalakiya grevên birçîbûnê yên dîlên azadiyê li zîndanên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li dijî tecrîdê dane destpêkirin di roja 29an de ye.

&- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, Cejna Noelê ya civata Xiristiyan pîroz kir.

&- Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan diyar kir ku di nava 4 salên dawî de 20 hezar HDP’î hatine destgîrkirin, ji wan 10 hezar kes hatine girtin.

&- Konê Berxwedanê yê xelkê Şengalê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan, 24 roj in dewam dike.