Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 23ê Nîsanê 2019 SÊŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Mahsûn Şen ku di 5’ê Çile de li girtîgehê ket greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne.

&- Encamnameya Konferansa “Li Ser Bîr û Ramanên Abdullah Ocalan”,ku li paytexta Belçîka Burkselê hate pêkanîn, ji raya giştî re hate eşkere kirin.

&- Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, yên li Dersimê, diyar kirin ku daxwaza berxwedêrên di greva birçîbûnê de rewa ye û bang li desthilatdariya Erdogan kirin ku rojek berî rojekê gavekê bavêjin.

&- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwedî li berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê derketin.

&- Siyasetmedar Ridwan Agirî, diyar kir ku, di encama aloziya Tirkiyê û windakirina AKP`ê di hilbijartina herêmî de, tevahiya hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn winda kirin.

&- Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li dijî tecrîdê li Stenbolê çalakî pêk anîn.

&- Li paytexta Ewrupa Brukselê li dijî bê dengiya Ewropayê, amadekariya mîtingekê tê kirin.

&- Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) 121emîn Salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin û xelatên kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok belav kirin.