HPG’ê destnîşan kir ku li Amedê Gerilleyk şehîd bû ye û got: Li dijî artêşa Tirk a mêtinger qirker, heta nefesa xwe ya dawî bi wêrekiyek mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû.”

Navenda Ragihandina HPG’ê jî derbarê şehadeta Gerilla de agahî dan û got; Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Hezîrana 2023’an de; diyar kiribû ku hevrê Gerilla Zîn Amed û Mahsum Herekol, di 3’ê Hezîrana 2023’an de li herêma Licê ya Amedê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Me diyar kiribû ku nasnameya hevriyê me yê 3mîn, zelal bibin em ê ji raya giştî re û ragihînin. Niha me tespît kir ku hevriyê Gerilla Ala Mûnzûr Dêman e û bi ruhekî fedaî û cesaretek mezin li dijî artêşa Tirk daqgirker şer kir û şehîd bûye.

HPGe ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir.

Dilîşan Şêxo, bi nasnav Ala Mûnzûr Dêman, li Kobanê ji dayik bûye, Dayik û Bav: Adîle – Salih, di 3ê Hezîran 2023an de li Amedê şehîd bû.