Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 22 Nîsanê 2021 PÊNCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên…

&- Kurdistaniyan doh jî ji bo azadiya Rêber APO, li pêşiya avahiya Netewê Yekbûyî ya Cenevê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

&- Li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Dransiyê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

&- Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Azad-RAJIN bi wesîleya salvegera 123’an a Rojnamevaniya Kurd daxuyaniyek da.

&- Serokên Partiyên Siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamenta Ewropayê, têkildarî darizandinên ‘Kobanê’ daxuyanî dan, ku parçeyek ji operasyonên qirkirina HDP’ê ye û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

&- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kir ku wan ji Enqereyê re ragihandine ku bi fermî Tirkiye ji bernameya F-35 derxistin e.