Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

“Ji demeke dirêj ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê û gundên wê topbaran dikin. Bi van êrişan hewl didin niştecihên wê koçber bikin, mîna ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine. Artêşa Tirk êvara Sêşemê 21’ê Kanûnê bi hemû cûreyên top, obîs û moşekan bajarok topbaran kir. Derdora 30 top li bajarok ketin. Di encama topbarana hovane de ziyanên mezin gihaştin milkên sivîlan, mêrekî bi temen û du jin şehîd bûn û 10 sivîlên din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van kiryarên bi sûc ên li dijî şêniyên me yên li bajarokê Zirganê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku bi lez bikeve tevgerê, li hemberî wehşiyeta dewleta Tirk û leşkerên wê bisekine û herikîna xwîna sivîlan rawestîne.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa dewleta Tirk a li Zirganê daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 30 top li herêmê ketin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.